NY: Dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî Kurdistanê dike!
Komîserê Mafên Mirovan ê NY Hûsseîn êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê kir, xist rojevê. Hûsseîn diyar kir, dewleta Tirk li Kurdistanê çekên giran bi kar aniye û xwest, derhal bersiv ji daxwaza wan a lêkolînkirina li cih bê dayîn.
ANF
CENEVRE
duşem, 13 pûşperê 2016, 12:39
Komîserê Mafên Mirovan ê NY Hûsseîn êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê kir, xist rojevê. Hûsseîn diyar kir, dewleta Tirk li Kurdistanê çekên giran bi kar aniye û xwest, derhal bersiv ji daxwaza wan a lêkolînkirina li cih bê dayîn.
Rûniştinên 32. ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li bajarê Cenevre yê Swîsreyê destpê kirin. Civîn wê heta 1'ê Tîrmehê dewam bikin. Di destpêka civînê de Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn axivî. Hûsseîn da xuyakirin, ku Tirkiyeyê li navçeya Nisêbînê çekên giran bi kar aniye û dema li dîmenê ji ezmanan ve hatiye kişandin tê temaşekirin, tê dîtin ku temamiya avahiyên li beşeke mezin a navçeyê hilweşiyan e.
'BILA RÊ LI BER LÊKOLÎNKIRINA LI CIHÊ BÛYERÊ BÊ VEKIRIN'
Hûsseîn di dewama axaftina xwe de got, "Li ser binpêkirina mafê jiyanê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li Başûrrojhilatê Tirkiyeyê, me beriya niha gelek caran daxuyanî dan û endîşeyên xwe bilêv kirin. Gelek rapor tên. Em dixwazin ekîbeke ser bi ofîsa min ve, biçe wê derê û lêkolînê bike. Girîng e pêşî li ber vê lêkolînê were vekirin."
Hûsseîn bal kişand ser peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya li ser mijara penaberan û bang li her du aliyan kir, li gorî mafên mirovan tevbigerin.
Civînên Mafên Mirovan ên NY, bi beşdariya nûnerên gelek dewlet û saziyên civakî yên sivîl pêk tên.