Nûnerê Rêxistina Efûyê Rûfer: Li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovan heye!

Ji Nûnerên Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn ê li Şaxa Swîsreyê Reto Rûfer, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li dijî çapemeniya azad û binpêkirina mafan ji ANF’ê re nirxand…

Ji Nûnerên Rêxistina Efûya Navneteweyî Reto Rûfer îfade kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya binpêkirina mafên mirovî yên bingehîn. Rûfer ev bi bîr xist: “Ji bo êşkence û mûameleyên nebaş ên li girtîgehan bên tespîtkirin, CPT’e xwedî raye ye ku dikare bêsînor bikeve girtîgehan.”

Ji Nûnerên Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn ê li Şaxa Swîsreyê Reto Rûfer, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li dijî çapemeniya azad û binpêkirina mafan ji ANF’ê re nirxand…

‘ME DENGÊ XWE LI DEWLETA TIRK KIRIBÛ’

Rûfer diyar kir ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî dabûn dewleta Tirk, dengê xwe kir ku pêwîst e di çarçoveya OHAL’ê de tevdîrên ku wê dengê mûxalefetê kêm bikin nekevin meriyetê.

Rûfer ragihand ku otorîteyên Tirk di çarçoveya OHAL’ê de berê xwe daye beşên mûxalîf, wiha axivî: “Mînaka vê ya herî dawî jî girtina rojnameya Kurd a Ozgur Gundemê û girtina 24 xebatkar û Rojnamevan-Nivîskar Asli Erdogan e. Rêxistina Efûyê, di rojên piştî darbeyê de xwe gihandiye şahidên ku dibêjin li girtîgehan êşkence pêk tê û di vê mijarê de ji bo hikûmet lêkolînek serbixwe pêk bîne serlêdan kiriye.”

 ‘OZGUR GUNDEM JI BO KU REXNE KIR HATE GIRTIN’
‘’Rêxistina Efûyê, girtina Ozgur Gundemê ya ku berî demekê diyar bikin, li dijî derbirîna azadiyê weke astengkirina bê rêje dibîne. Rufer diyar kir, beriya niha jî bi daxuyaniya xwe ku dayî diyar kiribû ku divê dewleta Tirk kêlî beriya kêliyekê dev ji biryara girtinê bide û rojnamevanên ku hatine girtin serbest berde’’ û wiha pê de çû, ‘’Li gorî agahiyên berdest piştî hewldana darbeyê di bin rejîma Rewşa Awarte de heya niha i 130’î zêdetir organê medyayê hatine girtin. Piraniya van bi têkildarbûna bi Tevgera Gulen re tên tawanbarkirin. Lê ev sûcdarî ji bo Ozgur Gundemê derbas nabe. Girtina vê rojnameyê, bi bedkariya yasayên dij-terorê, mînaka dawiye ku hatiye dîtin, hemû nêrînên rexneyî yên arasteyî şerê Başûrê Rojhilat ku weke sûcê ‘’propagandaya rêxistina terorîst’’ têne nirxandin.’’
 ‘A KU LI SER BIRÊZ OCALAN TÊ PÊKANÎN BINPÊKIRINA HEQÊ SEREKE YÊN MIROVÎ NE’
Rufer diyar kir, tecrîda li ser Ocalan binpêkirina heqê sereke yên mirovî ne û got, ‘’Ji bo Rêxistina Efûyê tiştekî zelal heye; ev jî ew e ku di meseleya Birêz Ocalan de jî divê hurmet ji bo heqên sereke yên girtiyan were nîşandan. Li gorî agahiyên ji Rêxistina Efûyê hatine girtin, Birêz Ocalan, ji 2015’an ve ne bi malbata xwe re û ne jî bi parêzerên xwe re ne hevdîtin pêk neaniye. Ev hemû têne wê wateyê ku heqên serke yên mirovî hatine binpêkirin.’’
 ‘CPT XWEYÎ WÎ MAFÎ YE KU BÊ SÎNOR DIKARE BIÇE GIRTÎGEHAN’
Nûnerê Rêxistina Efûyê Reto Rûfer li ser tecrîda li ser Ocalan şîrove kir bê ka divê rola CPT’yê çi be û got:
‘’CPT ku girêdayî Konseya Ewropayê ye, xweyi roleke zela e û ev rola wê jiya Rêxistina Efûyê ku bi kampanyayên civakî dixebit, ji ONG’ya cihêtir e. CPT bêhtir, bi ziyaretên girtîgehan miemeleyên ku girtî dibînin dipîve. Delegasyonên CPT’yê di vê mijarê de xweyî heqekî bêsînor e û dikare biçe hemû girtîgehan. CPT di her ziyareta xwe de ji bo dewleta têkildar raporên berfireh dişîne û ev rapor piranî caran veşartî ne.’’