Nûnerê Obama li Kobanê bi rayedaran re civiya
Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Obama yê li dijî têkoşîna DAIŞ’ê, Brett McGurk ziyareta Kobanê kir û bi rayedaran re civiya.
Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Obama yê li dijî têkoşîna DAIŞ’ê, Brett McGurk ziyareta Kobanê kir û bi rayedaran re civiya.
Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Barack Obama Brett McGurk, li Kobanê bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG’ê re hevdîtin pêk anî.
Diyar bû ku di dema hevdîtinê de Brett McGurk sonda ku dane, hevkariya wan a DYA’yê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re wê berdewam bike.
Tê diyarkirin ku McGurk bi rayedarên Rojava re, li ser êrîşên hêzên dagirker ên Tirk jî rawestayîne.
McGurk heftiya borî jî çûbû Enqerê û bi reyadarên Tirk re hev çêkiribû.