Nûnerê berê yê YE: Yekser berpirsiyartiya Tirkiyeyê heye

Nûnerê berê yê YE: Yekser berpirsiyartiya Tirkiyeyê heye

Nûnerê berê yê Yekîtiya Ewropa (YE) yê Tirkiyeyê Marc Pîerrînî got ku di mezinbûna DAIŞ’ê de yekser berpirsiyartiya Tirkiyeyê heye.

Li gor ajansa nûçeyan a Swêdê ATS’ê nûnerê berê yê  Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê Marc Pîerrînî got: “Di mezinbûna bihêz a DAIŞ de yekser berpirsiyartiya Tirkiyeyê heye û îro ew bi xwe di tengaviyê de ye.”

Pîerrînî got: “Heya mehên dawî cîhadîst bi şêweyekî rehet dikarin bikevin xakên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê hem di beşekî berfireh ê civaka wê de û hem jî di asta dewletê de di şermezarkirina Dewleta Îslamî de xwedî îradeye kêm e. Ev helwest di aliyê îtîfakan de rê li ber bêbaweriyeke mezin vedike.”

Pîerrînî diyar kir ku ev rewş weke “Di têkiliyên  navbera Enqere û Brukselê de wê di rêza yekem de wek pirsgirêk derkeve pêş.”