Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK'ê reh berdaye nava civaka Kurd; bûye ruh, mejî û paşeroja civakê û got, "Hûn nikarin PKK'ê tasfiye bikin. PKK êdî tevgerek nîne, PKK gel bi xwe ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku divê YNK biryara xwe ya girtina buroyên Tevgera Azadî sererast bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik: Faşîzma Tirk ku bi referandûm û sîstema serokatiyê hate afirandin, bi hilbijartinên xwecihî re dixwaze aliyê xwe yê sêyemîn jî temam bike. Kurd û hêzên demokrasiyê dikarin pêşî li vê bigirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo Kurdan têxin nav bendewariyekê û piştgiriya çîna navîn werbigirin, gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’ tê gotin û got ku, “Ji xeynî têkoşînê tu rê û metod tuneye ku vê meseleyê çareser bike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser gotinên Erdogan ku li gorî polîsên Fransayê pesnê polîsên Tirk dida û got, "Faşîst ti carî gemara xwe nabînin. Ev yek karakterê faşîzmê ye. Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e."

Li Wanê Dayikên Aştiyê û çalakgerên TJA’yê jî di nav de 14 jin hatin destgîrkirin yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê.

Raportorê taybet ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Mîchel Forst diyar kir ku di navbera salên 2015-2017’an de herî kêm 1.100 kes hatine kuştin yên ku xwestina mafên mirovan biparêzin an jî mafên mirovan teşwîq bikin.

Li gorî lêkolînekê avhewayê ya cîhanê heta 2030'î wê were ser sêhra avhewa ya beriya bi 3 milyon salî.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 55 çete hatine kuştin.

Şervanên YPG’ê li dijî koma çeteyan a bi navê Sûltan Mûrad a dewleta Tirk du çalakî li dar xist. Yek jê serçete, du dagirker hatin kuştin.