Avhewa wê were ser sêhra beriya bi 3 milyon salî

Li gorî lêkolînekê avhewayê ya cîhanê heta 2030'î wê were ser sêhra avhewa ya beriya bi 3 milyon salî.

Yek ji profesorê Zanistên Cîhanê Jack Wîllîams diyar kir di demeke nêz de avhewa wê were ser sêhra beriya bi 3 milyon salî û herî dereng heta sala 2030'î ev ê bibe.

Beriya bi 3 milyon salî Groendlan hê nebûye qeşa û germahiya hewaya wê ji ya niha 1.8 û 3.8 pîleyî ji ya niha zêdetir bûye.

Beriya bi 3 milyon sal her wiha hê Amerîkaya Bakur û Başûr nebûye yek, asra okyanûsan ji ya niha bi giştî 18 metroyan bilindtir bûye.

Li gorî medyaya Swêd RTS'ê Wîllîams got, ''Di demeke pir kurt de wê guherînên pir karîger bibin''.

Lêkolîner dibêjin heke CO2 bi rîtîma heyî bidome heta 2150'î rewş wê vegere ser beriya niha bi 50 milyon salî ku ev dem mîna berbanga geşbûna zidiyên biguhanan tê dîtin. Mînak, dînozor beriya bi 65 milyon salî ji holê rabûbûn.

Wîllîams di siberojeke nêz de dema ku behsa geşedanên pêkan kir, wiha got, ''Qubbeyên qeşayê zû nahelişn, ango Groendland vê 100 sala were wê şînahî lê çênbe, okyanûs jî wê 18 metroyan bilind nebin.''

Wîllîams got, li gel vê jî, germbûna ji nişka ve, wê celebên ku ji bo hatin ser hemdê xwe bi milyonan sal derbas bûbûn, bi xafilî zevt bike û ''gelek gelek celeb wê ji holê rabin''.