3 salên dawî herî kêm 1.100 parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin

Raportorê taybet ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Mîchel Forst diyar kir ku di navbera salên 2015-2017’an de herî kêm 1.100 kes hatine kuştin yên ku xwestina mafên mirovan biparêzin an jî mafên mirovan teşwîq bikin.

Ji ber wesîleya sala 70’emîn a qebûlkirina Deklarasyona Mafên Mirovan Fors li Parîsê axivî. Forst diyar kir ku di navbera salên 2015-2017’an de li dijî 1.100 parêzvanên mafên mirovan cînayet hatiye kirin.

Forst diyar kir ku ev cînayet ji aliyê sûcên organîze hatine kirin lê carinan bi fermana şîrketên navneteweyî yên di qada madenê de dixebitîn jî hatiye kirin.

Forst diyar kir ku ‘Êrîşên fizîkî, gef, revandin, windakirin li her dera cîhanê zêde bûye’ û ‘cezanekirin’ jî têra xwe belav bûye.

Forst bal kişand ser vî tiştî ku li Amerîkaya Latîn li dijî parêzvanên mafên mirovan 100 cînayet hatine kirin lê tenê li dijî pênc cînayetan lêpirsîn hatiye vekirin û tenê di du lêpirsînan de encamên şênber hatine bidestxistin.

Parêzvanên mafên mirovan jî tevlî civîna li Parîsê bûn û qala şahidiyên xwe kirin. Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan jî di axaftina bidawîkirina civînê de got ku, “Li Yekîtiya Ewrûpayê de jî, bi zêdebûna gotinên populîst, em dibînin ku di warê mafên mirovan de paşveçûnek pêk tê.”