QSD: Di 24 saetên dawî de 55 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 55 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 55 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

ENIYA BAXOZÊ

Çeteyên DAÎŞ’ê vê sibê êrîşî nuqteyên şervanên me kirin yên ku duh hatibûn rizgarkirin. Çeteyan hemû cûreyên çekan bikaranîn, lê şervanên me bersiv dan û di encamê de kuştî birîndarên çeteyan çêbûn û çeteyên din jî reviyan. Di heman demê de, şervanên me ber bi baregehên çeteyan ve çûn û gelek çete ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û şervanên me hinek nuqteyên nû ava kirin.

Çeteyan hewl da êrîşên nuqteyên ku şervanên me rizgar kirine bikin, lê hêzên me bersiv dan û ew neçar kirin ku bi paş ve birevin.

Di saetên êvarê de, şervanên me êrîşî nuqteyên çeteyan kirin. Di encamê de şerekî dijwar rû da û hin çete hatin kuştin. Di heman demê de, balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî karwanê wesayîtan a çeteyan kirin hedefa xwe û di encamê de gelek çete  hatin kuştin û wesayîtên wan hatin teqandin.Şervanên me jî bi pêş ve çûn û 15 nûqteyên nû ava kirin.

ENIYA HECINÊ

Di demeke ku çeteyan êrîşî eniya Baxozê kirin de, saetên sibê êrîşeke dijwar anîn ser baregehên hêzên me yên li vê eniyê. Çeteyan di êrîşê de  hemû cûreyên çekan bi kar anî, di encamê de şerekî dijwar qewimî. Lê şervanên me bersiva êrîşê dan û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha yekîneyên endezyarî yên leşkerî bi dehan mayînên ku rêxistina çeteyan li herêmê çandibûn, bêbandor kirin.

Li vê eniyê, şer car bi caran rû dide. Her wiha hin şervanên me jî birîndar bûn, niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.

BÎLANÇO

-Hejmara kuştiyên çeteyan: 55

-43 baregehên çeteyan hatin rûxandin û 3 rêyên leşkerî ku terorîstan bikar dianî, hatin birin. Her wiha çekeke doçka jî hate teqadin.

-Hejmara êrîşên Balafirên Koalîsyona Navneteweyî: 57

-Mayînên ku yekîneyên endizyarî bêbandor kirin:15