Li Wanê jinên di greva birçîbûnê de hatin destgîrkirin

Li Wanê Dayikên Aştiyê û çalakgerên TJA’yê jî di nav de 14 jin hatin destgîrkirin yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li Wanê jî Dayikên Aştiyê û çalakgerên TJA’yê jî di nav de 14 jin hatin destgîrkirin yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê. Vê sibehê saet di 05.00’an de polîsan girte ser çalakiya greva birçîbûnê.

14 jinên li avahiya bajêr a HDP’ê piştî ku hatin destgîrkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.

Di serdegirtinê de ev kes hatin destgîrkirin:

“Cazîye Dûman, Eylem Oklû, Behîce Abî, Zekiye Kaya, Dîlan Yildiz, Neslîhan Şedal, Hatîce Akdag, Nesîbe Akdag, Eda Ûmaç, Leyla Boge, Hediye Kaçak, Kewê Kaçak, jinên bi navê Besra û Kûdret ên ku paşnavê wan nehate hînbûn.”