Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîlayên HPG/YJA Starê danê vê sibehê li dijî leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlîkanê çalakî pêk anîn. Tê gotin ku ji artêşa Tirk mirî û birîndar hene.

Di rûniştina destpêkê ya 15. Konferansa Kurd de ya li Parlamenta Ewrûpayê, parêzvanên mafên mirovan axivîn. Rayedarên ÎHD'ê bal kişandin ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û gotin, li Tirkiyeyê hiqûq û destûra bingehîn nemaye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH), ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, li Stenbolê febrîqeyeke pêlavan şewitand.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir, pêwendiya tecrîdê bi paşeroja Tirkiyeyê heye.

QSD’ê encama şerê 3 rojên dawîn ê Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di sê rojên dawîn de herî kêm hezar kes ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin.

Li peravên Lîbyayê herî kêm 15 koçberên din jiyana xwe ji dest dan.