QSD’ê encama şerê 3 rojên dawîn eşkere kir

QSD’ê encama şerê 3 rojên dawîn ê Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di sê rojên dawîn de herî kêm hezar kes ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin.

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê 3 rojên dawîn ê Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di Şerê Tunekirina Terorê yê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorê, li bejahiya rojhilat a Dêrazorê terorîstên DAIŞ`ê bi panzêr û çekên doçka êrîşî noqteyên şervanên me kir. Şervanên me bersiv da û şerekî dijwar rû da. Di encamê de panzêrek hate teqandin û gelek terorîst hatin kuştin. Her wiha balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî li baregehên terorîstan dan.

20 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniyeke din, piştî şerên dijwar bi terorîstan re, şervanên me zêdetirî 20 terorîst kuştin, çekeke doçka teqand û erebeyek û doçkayek jî desteser kirin. Şervanên me kîlometreyekê bi pêş ve çûn û 18 noqte ava kirin.

Terorîstan bi çekên giran, panzêr û hewanan hewl da êrîşî noqteyên şervanên me bikin, şervanên me bersiv da û di encamê de koma êrîşkar hate kuştin û çek û erebeyên wan hatin teqandin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî li gelek baregeh, erebe û navendên terorîstan dan.

ŞERVANÊN ME 3 KÎLOMETREYAN BI PÊŞ VE ÇÛN

Li eniya Hecîn şerên giran di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de rû dan. Terorîstan hemû cureyên çekan û panzêr bi kar anîn. Di encama şerê ku çend saetan dewam kir de, xetên parastinê yên terorîstan hatin şikandin, gelek terorîst hatin kuştin û şervanên me 3 km bi pêş ve çûn û 61 noqte ava kirin. Li vir jî balafirên Koalîsyona Navneteweyî kombûna terorîstan kir armanca êrîşên xwe û xetên desteka terorîstan qut kirin.

11 TERORÎST HATIN KUŞTIN

Her wiha şervanên me bersiva karwanekî terorîstan da ku ji 40 erebeyên panzêr û çekên doçka li ser, pêk dihat. Di encamê de 11 terorîst hatin kuştin û gelek erebe hatin teqandin. Li hemû eniyan şer dem bi dem çêdibin.

Di heman demê de, şervanên me zêdetirî hezar sivîl ku di nav wan de jin û zarok hebûn, derfeta derxistina wan peyda kir û ew gihandin cihên ewle û pêdiviyên sereke û lezgîn pêşkêşî wan kirin.

Encamên dawîn ên şer wiha ne:

- Hejmara êrîşên balafirên Koalîsyona Navneteweyî: 115

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 228

- 3 treks, 7 doçka, 2 qaîdeyên hewanan, 6 erebeyên leşkerî, 7 motorsîklêt û çekeke antîbalafir hatin teqandin. Her wiha 35 baregehên parastinê, 23 baregehên ku terorîstan xwe tê de bi cih dikir û navendeke peywendiyan hatin teqandin.”