Bûldan: Pêwendiya tecrîdê bi paşeroja Tirkiyeyê heye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir, pêwendiya tecrîdê bi paşeroja Tirkiyeyê heye.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar, li ser greva birçîbûnê ya li Meclîsê ku ji bo piştgiriya Leyla Guven pêk tê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bûldan got, "Tecrîd mijareke ku pêwendiya xwe bi paşeroja Tirkiyeyê heye" û wiha dewam kir: "Dixwazim bêjim ku divê teqez hin tişt werin kirin û ji bo rakirina tecrîdê divê guh bidin dengê Leyla Guven."

'DADGERÎ QEDIYA!'

Bûldan li ser misogerkirina cezayên li Selahattîn Demîrtaş, Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken hatine birîn jî got, ev briyar bi fermana Erdogan hate dayin. Bûldan wiha bi mijarê daket: "Me zanîbûn ku dadgerî, hiqûq serbixwe nînin, lê belê me doh careke din dît ku dadgerî û edalet li binê piyan e. Ne tenê karê dadgeriyê hate qedandin, her wiha edalet, hiqûq û demokrasî jî hatin qedandin."

Bûldan got, "Em ê sibe di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de bi taybetî li ser çalakiyên xwe yên ji niha û pê ve biaxivin."

SANCAR: TECRÎD LI HER DERÊ BELAV DIBE!

Mîthat Sancar jî got, "Em dibînin ku bi destpêkirina tecrîda li Îmraliyê re şer pêl bi pêl li gelemperiya Tirkiyeyê belav dibe. Ji ber vê yekê, cezayên li hevalên me yên hêja; Demîrtaş, Onder û Balûken hatin birîn doh hatin pejirandin."

Sancar anî ziman, tecrîd nîşan dide bê sîstema li Tirkiyeyê wê çawa be û wiha dewam kir: "Tê dîtin ku di dosya Balûken de karên dema pêvajoya çareseriyê cihekî berfireh girtiye. Doza ku Demîrtaş û Onder jî lê tên darizandin, yekane mijara wê axaftina li Newrozê bû. Ew axaftin wê çaxê ji aliyê medya alîgirê desthilatdariyê ve weke banga aştiyê hatibû ragihandin û jê re li çepikan xistibûn."

Sancar di dawiya axaftina xwe de got, "Eger em dixwazin bi hev re paşeroja xwe ava bikin, divê em bi hev re têbikoşin. Divêr her kes li vê derê bi me re bin. Em silavên xwe ji temamiya civaka Tirkiyeyê re dişînin."