DGH'ê ji bo şermezarkirina tecrîdê febrîqeyek şewitand

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH), ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, li Stenbolê febrîqeyeke pêlavan şewitand.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de ku ji bo rakirina tecrîdê dest pê kiriye, tîma wan a bi navê Şehîd Baran Mawa ya Tolhildanê, li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê agir berda febrîqeyekê. DGH'ê diyar kir, febrîqe bi temamî şewitiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 28'ê Mijdarê saet 21:45'an, li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê febrîqeyeke pêlavan a li ser rêya Hadimkoyê ji aliyê tîmeke me ve hate şewitandin. Di encamê de febrîqe bi temamî şewitî.

Heta ku faşîzma AKP-MHP'ê tecrîda giran bidomîne, çalakiyên me wê bi hesta tolhildanê her mezin bibin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê cîhanê li wan bikin zindan. Di vî şerê xwe yê mezin de em bang li ciwanên Kurdistanê yên leheng dikin ku bi coş, ruh, dînamîk û germahiya ciwantiyê, ji bo serbestiya Rêber Apo her qadê li faşîzmê bikin qada şer û tecrîdê bikişînin."