Konferansa Kurd: Li Tirkiyeyê hiqûq û destûra bingehîn nemaye!

Di rûniştina destpêkê ya 15. Konferansa Kurd de ya li Parlamenta Ewrûpayê, parêzvanên mafên mirovan axivîn. Rayedarên ÎHD'ê bal kişandin ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û gotin, li Tirkiyeyê hiqûq û destûra bingehîn nemaye.

Panela destpêkê ya konferansê bi navê "Tirkiye bûye dewleteke ku ji hiqûqê bêpar maye" pêk hat.

Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Hevseroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, ji Elmanyayê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasan ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Ewropayê (ELDH) Thomas Schmîdt, ji Îtalyayê Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî Gîannî Tognonî li panelê axivîn.

AKIN BÎRDAL: TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEH

Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal moderatoriya konferansê kir û bal kişand ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û cîhanê. Bîrdal li ser asta heyî ya pirsgirêka Kurd got, "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek ku li cih dikarîbû bihata çareserkirin, lê belê ji ber neçareseriyê veguherî pirsgirêkeke herêmî û ev di dawiyê de bû pirsgirêkek navneteweyî. Her ku neyê çareserkirin, pirsgirêkê girantir dike."

Bîrdal li ser binpêkirina mafên mirovan, birçîbûn, şer û desthilatdariyên faşîst ên li cîhanê mînak da û ji bo Tirkiyeyê jî got, "Veguheriye girtîgehê." Bîrdal bi bîr xist, li girtîgehan 264 hezar girtî û hikumxwar hene.

YOLERÎ: METIRSIYA ÊŞKENCEYÊ LI SER HER KESÎ HEYE

Hevseroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî qala binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir. Yolerî got, "Li Tirkiyeyê êşkence her tim hebû, lê van salên dawî girantir bû. Mîna ku amûrên êşkenceya klasîk a salên 80'yî hilanîne û ji nû ve dest bi bikaranîna wan kirine." Yolerî diyar kir, metirsî li ser her kesên li Tirkiyeyê heye ku êşkence lê bê kirin û işaret bi zêdebûna kuştina jinan kir.

Yolerî pirsgirêkên zewicandina di emrê biçûk de, zarokên li girtîgehan û pirsgirêka penaberiyê bi bîr xist. Yolerî biryara hikumetê ya li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Demîrtaş bi bîr anî û got, "Li Tirkiyeyê destûra bingehîn teviziye." Yolerî anî ziman, Tirkiye derketiye derveyî hiqûqê û gelek pirsgirêkên, girtina ne hiqûqî, qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê, zextên li azadiya raman û çapemeniyê, girtina rojnamevanan û dema dirêj a destgîrkirinê danî holê.

TURKDOGAN: 800 HEZAR KES JI AZADIYÊ BÊPAR MANE

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turdogan jî bi gotina "Berxwedana li dijî zilmê, maf e" dest bi axaftina xwe kir û li ser rewşa li girtîgehan agahî da. Turkdogan diyar kir, li girtîgehên ku cihê 211 hezar kesî heye, 260 hezar kes tên girtin, lewma gelek girtî ji bo razanê jî li benda dorê dimînin. Turkdogan ragihand, li bi giştî 800 hezar kes ji azadiyê bêpar hatine hiştin û got, "Ev yek jî nîşan dide ku rêveberiyeke otorîter a tund heye."

'DESTÛRA BINGEHÎN BI CIH NAYÊ ANÎN'

Turkdogan işaret bi rewşa Ocalan jî kir û anî ziman, tecrîda li Îmraliyê li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye, lê belê ya ku li Ocalan tê kirin ji tecrîdê jî wêdetir e. Turkdogan bal kişand ser rewşa li girtîgehên tîpa F û got, "Li Tirkiyeyê qanûn bi cih nayên anîn. Dadgeh tenê li rewşê temaşe dikin (...) wesfa dewleta qanûnê nemaye, destûra bingehîn teviziye. Eger li welatekî qanûn bi cih nayê anîn, wê çaxê pêkanînên kêfî hene. Mafên mirovan kirine amûr."

EGER PIRSGIRÊKA LI ÎMRALIYÊ NEYÊ ÇARESERKIRIN, PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHÊN DIN JÎ NAYÊN ÇARESERKIRIN

Turkdogan da zanîn, wekîla HDP'ê ya girtî Leyla Guven ji bo qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û got, "Eger li welatekî, parlamenterek ji ber ku qanûn bi cih nayê anîn dikeve greva birçîbûnê, wê çaxê gotinek namîne ku mirov bînin ziman."

Turkdogan pirsî bê çima Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) neçûye Îmraliyê û got, "Em neçar in ku balê bikişînin ser cihê ku pirsgirêk lê giran e. Eger pirsgirêka li Îmraliyê neyê çareserkirin, ne bawerim ku pirsgirêkên li girtîgehên din çareser bibin."

PARÊZER BÎLMEZ: LI ÎMRALIYÊ MUTLEQ HEYE

Moderatorê panela duyemîn parêzer Heîke Geîsweîd, mafê axaftinê de parêzerê Ocalan ê ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez. Bîlmez diyar kir, li Îmraliyê her tişt hîn nebaş dibe û got, "Tirkiye êdî dewleteke hiqûqê nîne. Dewleteke qanûnê nîne." Bîlmez ragihand, hemû bûyerên diqewimin bi nêzîkatiya li Ocalan ve girêdayî ye û got, "Bêhiqûqiya li Îmraliyê bi komploya 1999'an dest pê kir." Bîlmez anî ziman, ne mercên girtina Ocalan, ne jî dadgeha hate avakirin, ne adîl û ne hiqûqî ye. Bîlmez bi bîr xist, Ocalan bi salan e nikare kesî bibîne û got, "Li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye." Bîlmez got, "Li Îmraliyê hiqûq nîne, bê hiqûqî heye."

Parêzer Bîlmez ji saziyên Ewropayê xwest ku bi wêrekî tevbigerin û got, "Eger wê rexne li Tirkiyeyê bê kirin, divê di wexta xwe de were kirin. Naxwe piştî ku AKP'ê û lîderê wê sîstema xwe avakirin, her gotina bê gotin wê bê wate be."

Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmîdt jî diyar kir, ew dixwazin sînyaleke xurt bidin Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê. Schmîdt bal kişand ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li ser PKK'ê û got, "Gelo Yekîtiya Ewropa çima vê biryarê ji nedîtî ve tê?" Schmîdt binpêkirina hiqûqê ya li Tirkiyeyê nirxand.

Gîannî Tognonî jî li ser karê Dadgeha Gelan a Daîmî agahî da. Tognonî ji bo Erdogan jî got, "dîktator e" û diyar kir, di mijara Kurdan de divê xweserî bê naskirin. Tognonî got, "Tirkiye ji bo Ewrûpayê bû pirsgirêkeke jeopolîtîk. Lê bûyerên li vê derê diqewimin ji kesî re nabe derd."