Li peravên Lîbyayê drama koçberan: 15 mirî

Li peravên Lîbyayê herî kêm 15 koçberên din jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Lîbyayê, bota ku ji bajarê Sabrathayê bi rê ket, li nêzî peravên Misratayê noqî binê avê bû. Hate ragihandin, ji 23 koçberên di botê de bûn, herî kêm 15 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor, koçberên ji Sabrathayê bi rê ketin û sax man, piştî hewldanên 11 rojan gihîştin peravên Mîsratayê.

Hate ragihandin, ji koçberên jiyana xwe ji dest dane 3 jê jin in û temamiya wan ji welatên Afrîkayê ne.

Ji sala 2011'an dema hilweşandina desthilatdariya Mûamme Kaddafî, bi milyonan mirovan koç kirin û hewl dan xwe bigihînin Îtalyayê. Her sal bi hezaran koçber li ser rêya Îtalyayê li Derya Spî jiyana xwe ji dest didin.

Ji par û vir ve hejmara koçberên di ser Lîbyayê re tên Îtalyayê kêm bûye, lê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, zêde bûye.