Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan: Encamên sirûştî yên objektîf Rêbertî û PKK neanî heyînê berevajî, ew encamên sirûştî ku PKK anî heyinê, şêwaza Rêber Apo ya fêhmkirinê û veguherandina wê ya ser jiyanê bû.

Herêma Talebanî ya ser bi bajarokê Daqûq di bin gefa dagirkerî û Erebkirinekî nû de ye. Endamên Meclîsa Parêzgeha Kerkûk naçin kar. Xelkê gundê Îngîce diyar dikin ku nekarkirina Endamên Meclîsê 'Ximzetê ji siyaseta Erebkirin û Baahsîkirinê' re dikin.

Bi organîzeya gelek saziyên civaka sivîl li Berlînê 1'ê Kanûnê li dijî qedexeya li ser PKK'ê, li dijî nîjatperestiyê û yasaya polîsan wê xwepêşandanek were kirin. Komîteya Amadekar diyar kir, li dijî qedexeya li ser PKK'ê divê têkoşîn were kirin.

PAJK: Bi rêxistinbûyina jinan û bi xweparastina wan wê azadî were bidestxistin. Bi vê çarçoweyê em her roj bikin roja têkoşîna dijî tundiya li ser jinê. Em ji bo armancên xwe yên hevpar rêxistiniya xwe bikin.

Gerîlayên HPG/YJA-STAR li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku derketibûn operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin.

Li Wanê rêveberên DÎSA-Der, xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam û HDP’ê hatin destgîrkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber lêhiya li welat 10 kes mirîn û 22 kes jî birîndar bûne.