HPG: Li Şemzînanê 2 kontra hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-STAR li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku derketibûn operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 23’ê Mijdarê li derdora gundê Herkî yê Şemzînanê 2 kontrayên dewleta Tirk hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî weşand;

“Roja 23’ê Mijdarê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Herkî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Heman rojê derdora saet 09:30’an de hêzên me rastî yekîneyeke veşartî ya dijmin hat û şer derket. Di şer de hêzên me derbeke serkeftî li yekîneya kontra xist. Di şer de 2 kontra hatin kuştin û yekîneya gerîla bi selametî gihiştin baregehên xwe.”