Li Wanê gelek kes hatin destgîrkirin-NÛ BÛ

Li Wanê rêveberên DÎSA-Der, xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam û HDP’ê hatin destgîrkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP’ê vê sibê li Wanê dewam kir.

Li Wanê polîsan bi ser pîrozbahiya Roja Mamosteyan ku dewleta Tirk pîroz dike, bi ser mamosteyên zimanê Kurdî de girtin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de de, Rêveberên DÎSA-DERê Dîlber Akin, Mizgîn Fendîk, Naîm Ozden, Şeket Acar, Celal Sogûk, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem destgîr kirin. Li navçeya Çatakê jî Derhat Bartû, Ramazan Îtalh û Çeksdar Kiye û Xebatkara Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Eylem Cengîz jî hatin destgîrkirin.

Xebatkara rojanmeya Ozgur Yaşam Mizgîn Fendîk jî di çarçoveya heman dosyayê de li Îzmîrê hate destgîrkirin.