Siyaseta Erebkirin û Baasîkirinê li cihên Kurdan

Herêma Talebanî ya ser bi bajarokê Daqûq di bin gefa dagirkerî û Erebkirinekî nû de ye. Endamên Meclîsa Parêzgeha Kerkûk naçin kar. Xelkê gundê Îngîce diyar dikin ku nekarkirina Endamên Meclîsê 'Ximzetê ji siyaseta Erebkirin û Baahsîkirinê' re dikin.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2016’an hêzên pêşmerge li navçeyên Kurdistanê vekişiyan, siyaseta Erebên ku di serdema hikûmeta Baas de zeviyên Kurd dagirkiribûn carek din hewld didin van zeviyan bistinin. Ev jî dibe sedema aloziyê di navbera xelkê navçeyê û Erebên li herêmê. Yek ji navçeyên ku herî zêde alozî lê heye gundê Îngîc yê qezaya Daqûq e.

Em Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ketin li pey sedemê bûyerê yê li gundê Îngîce yê 10 kîlometre dikeve bakurê rojavayê bajarokê Daquqê. Li gorî welatiyên li gund beriya 500 salan di dema serdema Osmaniyan de Kurdên li navçeyê, gund avakirine û jêre navçeya Talebanî dibêjin.

DEMA BAASÊ KURD HATIN DERXISTIN EREB BI CIH KIRIN

Di dema desthilatdariya Ehmed Hesen Bekir û Sedam Huseyîn de ji bo Erebkirina herêmê, li navçeyê Ereb hatin bicihkirin û rez û zeviyên welatiyên gund hatin dagirkirin. Ev jî bûye sedema aloziyê ku heta roja me ya îro dewam bikin. Meha derbasbûyî di navbera welatiyên gundê Îngîce û Ereban de şerek derketibû.

XAK A BAV Û KALÊ WAN E

Cotyar Hîwa Tahir ku welatiyê gundê Îngîceyê ye di derbarê şer û aloziya li gund de ji ANF’ê re axivî û got; “Navçe ya me ye û her ji serdema kevin ve heta desthilatdariya hikûmeta Baas û dema Ehmed Hesen Bekir û rejîma Sedam Huseyîn jî Kurd lê dijî. Desthilatdaran bi dehan malên Ereb anîn li ser zeviyên me bicih kirin. Ew Erebên hatin jî tu nasnameyek ya wan nebû ji wan re digotin bê nasname (Bdun Cinsiye). Piştî li ser zeviyên me hatin bicihkirin, rejîmê nasname dan wan û zeviyên me li ser wan parve kir.”

DIXWAZIN CARDIN ZEVIYÊN KURDAN BIKÊLIN

Tahir bi domdarî wiha got; “30 sal in, ango ji sala 1973 heta 2003’an zeviyên me bikaranîn û dagirkirîbûn. Lê piştî hilweşandiana rejîma Baas Erebên li herêmê revin û zevî jî vegeriyan destê xwediyê resen ên xwecihiyên herêmê. Lê piştî 16’ê Cotmeha 2016’an ev kes carek din vegeriyan navçeyê û bi piştgiriya rejîma Baas ya ku ji wan re çêkiribû dixwazin zeviyên me dagir bikin.”

WALÎ XIZMETA SIYASETA EREBKIRIN Û BAASÎKIRINÊ DIKE

Welatî Hîwa Tahir bal kişand ser biryarên waliyê bi wekalet û wiha pêde çû “Waliyê biwekalet yê Kerkûkê Rakan Seîd jî piştgiriya Erebkirina navçeyên Kurd ên li Daquq dike. Ji bo vî karî jî bername hatiye danîn. Endamên encmûneniya parêzgeriya Kerkûkê dewama xwe ya fermî nakin û dixwazin parêzgerekî nû ji bo Kerkûkê were hilbijartin. Bi dewamnekirinê re 'Ximzetê ji berdewamkirina siyaseta Erebkirin û Baahskirinê’ dikin.

TEVÎ HEMÛ BELGEYAN DÎSA LI PEY DAGIRKERIYÊ NE

Cotyar Teyîp Hemîd jî têkildarî mijarê axivî û got: “Tevî ku Erebên li derdora xaka me dagirkiribûn hikûmeta Iraqê sala 2003’an ji bo vegera cihên xwe yên berê tezmînat dabûn jî. Têkildarî vêya jî belgeyên me hene. Ereb niha jî dixwazin bêqanûnan zeviyên me dagir bikin.”

JIYANA WELATIYÊN KERKÛKÊ JÎ DI METIRSIYÊ DE YE

Hemîd endamên meclîsa parêzgeha KerkûKê bêxem dibîne û wiha pêde çû: “Hûn dibêjin eger em vegerin Kerkûkê jiyana me wê bikeve metirsiyê. Gelo ma jiyana xelkê Kerkûkê ne metirsiyê de ye?"

‘BI ERKÊ XWE RANEBIN, NE XWEDIYÊ VÊ XAKÊ NE’

Cotkarê ji gundê Îngice Tahîr Bekir jî bi nerazî ev got: “Berê hikûmeta Iraqê her 10 sal carekê serjimyarî şêniyan dikir. Ji serjimariya sala 1927 hata 1967'an her Kurd li Îngice bûn, ev erd û zevî her ên wan bûn. Lê timî desthilat li dijî me bû û hewl dan ku Kurd li herêmê nemîne. Her wiha kesên ku niha tên zeviyên me dagir dikin, berê li Kûwêtê bûn. Ji ber nasnameya wan tine bûn dewleta Kûwêtê derxistin. Niha ne Ereb in jî, lê Sedem Husên ew kirin xwedî nasname û li herêmên me bicihkirin. Bi armanca ku herêmên Kurdan bikin Ereb.”

Herî dawî Bekir wiha got; “Niha pêwîstiya me bi vê yekê heye ku hêzên siyasî xwedî li xelkê herêmê derkeve. Ger xwedî li wan dernekevin, pêşerojê mafê wan nîne xwe weke xwediyê herêmê bibînin."