Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got ku ‘Heke bi Rêberê Gelê Kurd hevdîtin pêk bê, ew ê çareserî jî pêk were.”

Eren: Îslam eger tiştekî bi dest ve tîne, deverekê dagir dike û rê li ber talan û xenîmetê vedike, hingî ji bo serdestên Tirk wateyeke xwe heye. Ev rastî di kesayeta Erdogan de bi awayekî zelal xuya dike.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Fermandar YJA Star Dîcle Zafer û 4 gerîlayên din ên 17’ê Tebaxê de şerhîd bibûn eşere kirin.

Parlementoya Ewrûpayê xwest ji ber binpêkirinên mafên mirovan Tirkiyeyê ceza bike û alîkariya 70 milyon eûro betal kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakî, êrîş û hejmara leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin eşker kir.

Gerîlayên HGP’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ku li devera Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn roja Sêşemê çalakiyek kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Dawî ya Bagera Cizîrê ya ‘Tinekirina Şerê Terorê’ ku li bejahiya Dêra Zorê dabûn destpêkirin de 1 jê jin 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê got, 24 seatên dawî de 11 çete hatine kuştin û şervanekî wan şehîd bûye.

Di dengdana îşev ya parlamentoya Iraqê de namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin. Salih di tûra yekem de 165 deng girt û di tûra duyemîn de Jî bi 232 dengan bû Serokkomarê nû yê Iraqê.

Li Başûrê Kurdistanê hijmartina dengan a hilbijartina 30’ê Îlonê didome, li hêla dî Partiya Nifşa Nû û Tevgera Goran ji niha ve gotin ew encaman red dikin.

Li navçeya Cerît a Mereşê bi pileya 4.7 erd hejiya.

Saziya Rêveberiya Afatê ya Endonezya, ragihand ku hejmara kesên di erdheja û tsûnamiya li girava Silawesiyê dayî gihişte de 1,234’an.