Gerîla li Lêlîkanê li artêşa Tirk dan

Gerîlayên HGP’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ku li devera Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn roja Sêşemê çalakiyek kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li dijî leşkerên artêşa Tirk a li girê Lêlîkan ê girêdayî Sîdekanê çalakiyek kirin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de di 2’ê Cotmehê de saet di 07.10’an de li Girê Lêlkanê yê Sîdekanê ya di nav axa Başûrê Kurdistanê de gerîlayên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin hatine lêdan û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li derdorê daye.

BALAFIRA KEŞFÊ BÛ HEDEF

Di 1’ Cotmehê de balafirên keşfê yên bê mirov a artêşa Tirk li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyaye. Hêzên me bakafira keşfê kirine hedef. Balafira keşfê ya bê mirov li vê derê derbe xwariye û ji qadê dûr ketiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI DIJÎ GERÎLA

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Di vê çarçoveyê de;

29-30’ê Îlonê heta 1’ê Cotmehê saet 160-17:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Keşta Kafya ya girêdayî Herêma Garê bomberdûman kiriye. 30’ê Îlonê jî saet 16:30’î balafirên şer dîsa devera Hefttebax a girêdayî Herêma Garê bombe kiriye.

1’ê Cothemê saet 11:00’an balafirên şer derdorî çemê Avaşîn bomberdûman kiriye.”