'Serdestên Tirk Îslamê weke amûrekê bi kar tînin'

Eren: Îslam eger tiştekî bi dest ve tîne, deverekê dagir dike û rê li ber talan û xenîmetê vedike, hingî ji bo serdestên Tirk wateyeke xwe heye. Ev rastî di kesayeta Erdogan de bi awayekî zelal xuya dike.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren ji ANF'ê re axivî û nêrîna serdestên Tirk a li Îslamê nirxand.

Eren bi bîr xist ku Tirk di sedsalên 9 û 10'an de hatine Rojhilata Navîn û wê wextê Împaratoriya Abbasî ya Îslamê li Rojhilata Navîn bûbû sîstemeke siyasî ya serwer û xwedî gelek nakokiyan bû.

Eren diyar kir, Tirk dema hatin Rojhilata Navîn qewmekî ji Asya Navîn bû û mîna ku di dîroka xwe de jî qala wê dikin, xwedî toteman bû ku dûrî baweriya ji yek xwedayî bûn.

Eren da xuyakirin ku Tirkên wê demê li gorî têgiha Îslamê muşrîk/kafir bûn û dûrî xwedê û pirtûka pîroz bûn.

Eren got, "Lê belê Îslama serdest ji ber ku Îslama desthilatdar bû, ji bo hêza Îslama serdest were zêdekirin, bi taybetî klîkên nava Abbasiyan pişta xwe bispêrin cihekî û desthilatdariya xwe bidomînin, pêwîstî bi hêzekê didîtin. Xanedariya Abbasî, bi taybetî jî baskê Ereb ê xanedaniya Abbasî di wê demê de têkiliyeke xurt bi Tirkan re danî. Baskê din ê Xanedaniya Abbasiyan jî xwe spart Kurd û Farsan û bi vî rengî hewl da bibe xwedî hêz."

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren anî ziman ku Tirk serdest wê demê bi Erebên neteweperest re têkilî danîn û got, "Tirkmen jî kirin kole û leşkerên xwe. Tirk bûn leşkerê Îslamê. Di berdêla vê yekê de jî gelê xizan hate kolekirin, tepisandin, talankirin, mal û milkên wan hatin desteserkirin. Lê Tirkên serdest jî ji ber pêwîstiya Îslama wê wextê ya bi leşkeriya wan, bû hêz û desthilatdar."

Eren bi bîr xist ku Tirk weke civakeke xerbî ji Asya Navîn hatin, ax û welatekî wan tine bû û wiha pê daket: "Serdestên Tirk wê demê digotin, 'Ji bo em karibin li vir bimînin, bibin xwedî erdekî, divê em bi navê Îslamê şer bikin û meşrûiyeta Îslamê bi dest bixin'. Bi vî rengî serdestên Ereb desthilatdariya xwe qewîn kirin, ji xwe re leşker peyda kirin û serdestên Tirk jî bûn xwedî desthilatdarî. Serdestên Tirk dema ku ev yek ji civakê re rave dikirin, digotin 'Em ax û welatekî bi dest dixin'. Tirk her ku bi nasname û meşrûiyeta Îslamê dibûn leşker û şer dikirin, xak bi dest dixistin. Her ku ji bo Îslamê şer dikir, ji aliyê Kurdan û gelên din jî rewa dihatin dîtin, dihatin qebûlkirin. Ji ber ku wê wextê di nava civakên Îslamê de çanda biratiya ummetê hebû."

Bi dewamî Eren got, "Serdestan digotin, 'Em bibin Misilman, em şer bikin û cih û warekî bi dest bixin'. Ji ber ku cihê hatibûn ne yê wan bû. Cihê Kurd, Ermenî û Rûman e. Kurd ji ber ku Misilman bû, dûrî şer bûn, giranî didan lihevkirinê. Tê zanîn, şerê Malazgîrtê şerekî li ser bingeha tifaqê ye. Lê belê Tirkên serdest ên pişta xwe spartin Îslamê, ji bo cihekî bi dest bixin li dijî civakên Xiristiyan; Ermenî, Asûrî, Rûman şerekî giran kirin. Xeta ku niha TC'ê bi rê ve dibe, ji vê derê hatiye."

Eren destnîşan kir ku civaka Tirk an jî serdestên siyasî yên Tirk ti carî ji bo baweriyê tevlî Îslamê nebûn û got, "Ji bo tiştekî bi dest bixin tevlî îslamê bûn. Îslam eger tiştekî bi dest ve tîne, deverekê dagir dike û rê li ber talan û xenîmetê vedike, hingî ji bo serdestên Tirk wateyeke xwe heye. Ev rastî di kesayeta Erdogan de bi awayekî zelal xuya dike."

Eren işaret bi rewşa niha ya desthilatdariya Tirk kir û diyar kir ku neteweperestiya Tirk li dijî Îslamê ye.

Eren got, "Eşkere ye bê Sûriye xistine çi halî. Bûyerên li Sûriyeyê ne tenê dijberiya li Kurdan e. Wan çav berdane cografya Îslamê. Tişta ku navê 'Osmaniya Nû' lê dikin jî ev e. Neteweperestiya Tirk, kevneşopiya dewletê ya Tirk li xwe mikur hatiye ku li pêşberî hêza cîhana rojava têk çûye. Eger mirov bala xwe bidê, mirovê bibîne ku Erdogan ne dijberê Îsraîlê ye. Tenê ji bo propagandayê li dijî Îsraîlê hin tiştan dibêje. Ji bo dengê xwe bigihîne Misilmanan, ji bo Misilmanan bi dest bixe van gotinan dibêje. Îslamiya wan dijminê Rojhilata Navîn e. Dijminê Ereb, Fars û Kurdan e. Ferqa AKP'ê ya ji neteweperest û olperestên din ev e."