Li Mereşê bi pileya 4.7 erd hejiya
Li navçeya Cerît a Mereşê bi pileya 4.7 erd hejiya.
Li navçeya Cerît a Mereşê bi pileya 4.7 erd hejiya.
Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolîna Erdhej û Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî seat 18.29'an li navçeya Cerît a Mereşê erd hejiya.
Hate diyar kirin ku erdhej bi pileya 4.7 5 kîlometre kurahiya erdê de çêbûye. Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de windahiya can û mal tuneye. Erdhej li bajarên Semsûr û Dîlok ên derdor jî hate hîskirin.