QSD: Di 24 saetên dawî de 11 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê got, 24 seatên dawî de 11 çete hatine kuştin û şervanekî wan şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyeke nivîskî  bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya  qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 11 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

 ENIYA BAXOZ

”Di navbera şervanên me û terorîstên DAÎŞ‘ê de şerekî  dijwar diqwime, şervanên me êrîşî nuqte û baregehên çeteyên DAÎŞ’ê kirin. Pêşveçûna şervanên me ya li herêmê didome û çete neçar dîminin bi paş ve birevin. Şervanên me li Eniya Baxoz 11 nuqteyên çeteyan kontrol kirin û kîlometreyekê pêşve çûn, hejmara kuştiyên çeteyan nehate zelalkirin.  Li aliyekî din jî, şervanan me wesayîta  bombebarkirî ya çeteyan beriya ku bighêje armanca xwe teqand.

ENIYA HECÎN

 Li eniya Hecîn jî şerekî giran heye. Di şer de çete hemû çêkên giran bi kar anîn û ji ber dijwariya şer û topbaranê tu agahî derbarê windahiyên çeteyan de nehate bidestxistin. Şevê dî jî şer hebû û hejmarekî çete hatin kuştin. Li aliyê din balafirên Koalîsyona Navnetewî jî kombûneke çeteyan kir hedef. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û wesayîteke doçka barkirî hate rûxandin.

BÎLANÇO

-Êrîşên balafirên koalîsyonê:2

-Hejmara kuştiyên çeteyan: 11

-Windahiyên terorîstan: Bingeheke topa hawanê, 2 wesayît yek jê doçka barkirî.

-Hejmara şehîdên me: 1"