Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû li Moskowayê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnişt. Têkiliya Enqere ya bi Moskowayê re bi gotina 'dexsînî' pênase kir û di mijara Îdlibê de li xwe mikur hat.

Hêzên gerîla li bejahiya navçeya Qaqizman a Qersê li leşkerên Tirk xistin. Di encamê de herî kêm leşkerek mir, 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên 11'ê Tîrmeha 2018'an li Osmaniyeyê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn eşkere kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi lêkolîna komkujî û êşkenceya ku çeteyên DAÎŞ'ê li Kurdên Êzidî û gelê sivîl ê li Iraqê kiriye, kir.

DYA’yê di mijara S-400’an de hişyariya fişaran da Tirkiyê

116 penaberên ku pêr xwe li herêma Ceaûta ya Spanyayê digirtin, di nava 24 saetan de li Fasê hatin vegerandin. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku rêveberiya Madrîdê bi vê dersînorkirinê re sûc kiriye.

De Mîstûra Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cinêvê