De Mîstûra Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cinêvê

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra Rûsya, Îran û Tİrkiye vexwende hevditinên li Cinêvê yên 11 û 12’ê Îlonê.

Li gorî daxuyaniyê, ku berdevkê Mîstûra daye, nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’yê bang li sê welatan kiriye ku ji bo destûreke nû ya Sûriyê were danîn, ji bo avakirina komîsyoneke peywirdar gotûbêj bikin.

Tê payin ku welatên din jî gotûbêjên hevlayen bikin. Di nav van de DYA jî heye lê dema hevdîtinan nehate aşkerekirin.

Rejîma Sûriyê bi Rûsya, Îran û Tirkiyê re destpêka sala 2017’an hevlayenî hevdîtinên Cinêvê pêvajoya Astana dabûne destpêkirin.

Ji hêla çareseriya siyasî ve ne li Cinêvê û ne li Astanayê heta niha ti encameke serkeftî derneketiye.

Hevdîtinên ku li Cinêvê plana wan hatiye danîn, di demeke wiha de pêk tên ku hema bibêje DAÎŞ’ê hemû deverên ku dagir kiribûn ji dest winda kiriye. Rejîma Sûriyê jî vê navbeynê haziriyên operasyonê li ser herêma Idlibê dike, ku Idlib di dest wan çeteyan de ye ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin.