Dewleta Tirk li ser Îdlibê li xwe mikur hat

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû li Moskowayê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnişt. Têkiliya Enqere ya bi Moskowayê re bi gotina 'dexsînî' pênase kir û di mijara Îdlibê de li xwe mikur hat.

Di demekê de ku rejîma Sûriyeyê amadekariyê ji operasyona li dijî Îdlibê dike û têkiliyên navbera dewleta Tirk û DYA'yê re aloz e, hefteyên dawî di navbera Enqere û Moskowayê de gelek hevdîtin pêk hatin.

LIHEVKIRINA LI SER VÎZEYÊ

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li Moskowayê rûnişt.

Lavrov piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de axivî û bal kişand ser meseleya vîzeyê. Lavrov got, "Weke aliyê Rûsyayê, me piştrast kir ku ji bo hêsankirina vîzeyê ji bo welatiyên Tirk ên li hin kategoriyan, em ji danûstandinan re amade ne. Û di demeke kin de em ê vê mijarê binirxînin. Me li hev kir ku ji bo peymanên di vê mijarê de bên amadekirin, mekanîzmaya şêwirmendiyê were avakirin."

Lavrov di mijara Îdlibê de diyar kir ku wezîrên karên derve û wezîrên parastinê yên Rûsya û Tirkiyeyê wê li Moskowayê li hev rûnên û qala civîna bi formata 2+2'an kir.

Wezîrê Parastina Millî ya Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan piştî serdana Moskowayê ya 17'ê Tebaxê, vê Înê jî berê xwe dan Moskowayê. Akar û Fîdan bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoylû re rûniştin.

Lavrov diyar kir ku di hevdîtinê de ya bi beşdariya wezîrên parastinê û saziyên îstîxbaratê yên Rûsya û Tirkiyeyê, mijara Îdlibê hatiye nirxandin û got, wan giranî dane ser mijara 'mûxalîfên nerm' ji yên din. Lavrov da xuyakirin ku weke wezîrê karên derve wê di vê mijarê de bi wezîrê parastinê re civînekê li dar bixe, lê mebesta xwe ji "mûxalîfên nerm" eşkere nekir. Temamiya çeteyên li Îdlibê ku Tirkiye destekê dide wan, bi El Nûsra û DAÎŞ'ê ve girêdayî ne.

TIRKIYE KÊ DIDEXISÎNE?

Mevlut Çavûşoglû ku bi Lavrov re daxuyanî da çapemeniyê got, "Ji bo ku em têkiliyên xwe ji hemû aliyan ve bînin asta herî bilind em kêferatê dikin."

Çavûşoglû wiha pê daket: "Lîderên me gelek caran têne cem hev. Ev hevkariya ji nêz ve dike ku hin dost û kes bidexisin. Dibe ku têkiliyên me hinan bidexisînin. Rûsya ji bo me hevkarê stratejîk e."

SÎNYALA LIHEVKIRINÊ

Daxuyaniya Lavrov a bi rengê 'komên nerm' ji hêla Çavûşoglû ve hate qebûlkirin. Çavûşoglû got, li Îdlibê hin komên radîkal gelê sivîl aciz dikin û got, "Divê em terorîstan û mirovên din ji hev veqetînin. Ji bo me hemû rêxistinên terorîst yek in." Çavûşoglû negot bê ka ew behsa kîjan koman dike, lê ev gotin weke nîşana lihevkirinê hatin şîrovekirin. Ne tiştekî veşartî ye ku têkiliya komên çete û hevkariya wan bi Enqereyê re heye. Li ser siberoja Îdlibê çima bi Tirkiyeyê re diaxivin jî vê bi rengekî zelal derdixe holê. 

Çavûşoglû her wiha got, çareseriya leşkerî ji bo siberoja Sûriyeyê wê bibe 'bobelat'. Çavûşoglû got, "Li şûna ku mirov êrîşê bi ser Îdlibê de bibe, em çawa dikarin çareser bikin, em divê li ser vê bixebitin."