Spanyayê 116 penaber di nava 24 saetan de dersînor kir

116 penaberên ku pêr xwe li herêma Ceaûta ya Spanyayê digirtin, di nava 24 saetan de li Fasê hatin vegerandin. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku rêveberiya Madrîdê bi vê dersînorkirinê re sûc kiriye.

Li welatên rojavayê Ewropayê kiryarên li dijî penaberan roj bi roj zêde dibin. Yek ji rojnameyên rojane yên Spanyayê "El Paîs" ragihand ku rêveberiya Madrîdê 116 penaberên Afrîkayî yên roja Çarşemê xwe li Ceaûta girtibûn piştî rojekê radestî Fasê kir.

Spanyayê beriya niha penaberên ji bakurê Afrîkayê xwe digihandin Ceaûtayê, piştî çend mehan digirt nava welêt û serlêdana wan a penaberiyê lêkolîn dikir. Lê rêveberiya Spanyayê dest ji vê nêzîkatiyê berda û yekser radestî welatê transît Fasê kir.

POLÎSAN BI DARÊ ZORÊ PENABER ŞANDIN

Tê gotin ku penaber bi komên ji 10 kesî hatin dersînorkirin. Hem biryara dersînorkirinê hem jî şîdeta polîsên Spanyayê ya ji bo dersînorkirinê rê li ber nerazîbûna penaberan vekir. Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Spanyayê de hatin weşandin, di dema dersînorkirinê de şer derketiye û polîsan hewl dane penaberan bi darê zorê bişînin.

Spanya normal penaberên ku tê welatê wan radestî Fasê nake. Lê belê li gorî peymana li ser penaberan a ku sala 1992'an bi Fasê re hate îmzekirin, penaberên di ser Fasê re digihêjin axa Spanyayê ya li Afrîkayê, divê radestî Fasê bên kirin. Ev peyman cara yekê ye ku bi vî rengî li dijî penaberan hate bicihanîn.

Dersînorkirina 116 penaberan bi rengekî komî, li Ceaûtayê rê li ber panîk û tirsê vekir. Di halê hazir de 1200 penaber li kampên li Ceaûtayê di nava şert û mercên ne însanî de dimînin. Ev kampên ku ji kapasîteya wan qat bi qat bêhtir penaber lê hatine bicihkirin, timî dibin mijara rexneyan.

Li gorî saziyên penaberan, bi vê dersînorkirinê re hikumeta Spanyayê hem qanûnên xwe, hem jî yên Yekîtiya Ewropayê binpê kiriye. Tê gotin ku rêveberiya Fasê jî ji bo vehewandina penaberan alîkariya pereyan ji Spanyayê girtiye. Lê li gorî nûçeyên medya Spanyayê, rêjeya pereyê ji Fasê re hatiye dayin nayê zanîn.