Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Şervanên QSD`ê bejahiya Dêra Zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, her wiha ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û ıraqê de pêk anîn.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî nerazîbûneke tund nîşanî gefên Erdogan ên li dijî HDP’ê dan.
NASA’yê diyar kir ku xebatên ji bo şandina astronoteke bêyî Rûsya di sala 2019’an de ji bo fezayê didome û ragihand ku sala bê wê 9 astronot ji aliyê şîrketa Boeîng û SpaceX ve ji bo fezayê were şandin.
Çalakiyên protestoyê yên li Îsfexanê ya Îranê, li Tehran, Kerec, Ehwaz, Arak û gelek bajarên dî berbelav bû. Hate gotin li Kerecê êrîşek ser dibistana dînî çêbûye.
Şewata di encama topbaran artêşa Tirk a li Colemêrgê derketî hê jî didome. Rêveberên ku mudaxeleyî agir nakin, hewldana gel a bi derfetên xwe ku dixwazin agir vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ‘ewlkariyê’ tê astengkirin.