Li Colemêrg û Sêrtê 10 jê POH 19 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker dan. Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Colemêrg û Sêrtê lidar xistin de 10 POH û bi giştî 19 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî da. Li Colemêgrê di çalakiya gerîlayan de wesayîta ku endamên POH’ê li nav bû hate rûxandin, 10 endamên POH’ê hatin kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me roja 3’ê Tebaxê li Colemêrgê derbeyek giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Agahiyên berfireh yên di derbarê çalakiyên hêzên me de wiha ne;

Li nêzî gundê Herkî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker xist bin kontrola xwe. Demeke dirêj hêzên me yekîne xist bin kontrola xwe û seat di 09:50’an de  ji nêz ve lêxist. Di vê çalakiyê de leşkerek yê dijmin hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan herêm topbaran kir.

Hêzên me seat di 10:15’an de li Girê Şikerê Spî yê herêma Gelîşîm yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên ku dixwestin parastinê bikin çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê gelek leşkeran gir hêlan û reviyan.

Seat di 22:10’an de jû hêzên me li navçeya Gever a Colmêrgê li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a dagirker ku ji qereqola Wergenîma ber bi navenda Geverê ve diçû li navbera gundên Yekmala Jor û Zinya Sêvê çalakiyeke sabotajê lidar xist. Di çalakiyê de wesayîteke zirxî hate rûxandin û 10 endamên POH’ê hatin kuştin.

LI SÊRTÊ ÇEPEREK HATE RÛXANDIN 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Delal Amed û Şehîdên Bestayê de çalakiyên hêzên me yên li dijî hêzên operasyona li herêma Çemê Kerê yê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê dabû destpêkirin dewam dikin. Di vê çarçoveyê de:

3’yê Tebaxê saet 16:00’an, hêzên me yên YJA Star yekîneyek dijim ên li girê Şehîd Sorxwîn kirin hedef. Di vê çalakiya ji sê baskan ve li yekîneyên dijmin hatin xisin de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.

4’ê Tebaxê (îro) saet 08:30’î hêzên me yên YJA Star cara duyemîn yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Sorxwîn kirin hedef. Di vê çalakiya ji nêz ve bi dijwarî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, çeperek bi temamî hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin.”