Ji Isfexanê heta Tehranê protesto belav dibin

Çalakiyên protestoyê yên li Îsfexanê ya Îranê, li Tehran, Kerec, Ehwaz, Arak û gelek bajarên dî berbelav bû. Hate gotin li Kerecê êrîşek ser dibistana dînî çêbûye.

Ji ber sedema bihabûna jiyanê, gendelî, elektrîk û birîna avê, zexta siyasî û civakî li gelek bajaran mirov derketin kolanan. Ji ber vegera biryarên pêkirinê fikar zêde bûn. Riyala Îranê li bara dolaran hilweşiya, ziwabûn li gelek herêmên welêt berbelav dibin. Bi birîna elektrîkê û krîza avê, jiyana rojane dijwar bûye.

Rayedar bûdçeyeke zêde ji bo şer vediqetînin, li bara arîşeyên aborî, derdorê û sosyal tevdîrên giran tînin.
Çalakiyên protestoyê yên li Îsfaxanê dest pê kirî, roja 2’yê Tebaxê piştî ku li Şîraz, Meşed, Şahîn Şahr, Necef Ebadê berbelavî Ehwaz, Arak, Kereç, Tehran û gelek bajarên dî berbelav bû.


Şeva Şemiyê li Kerecê ya nêzî Tehranê çalakiyên protestoyê çêbû. Li gorî ajansa nûçeya a Fars ku nêzî muhafezakaran e, saet 21.00’an êrîşek bi ser dibistaneke dînî de çêbû. Li gorî nûçeyan çalakvan derî şikandine û madeyên sotîner avêtine hundir. Di heman nûçeyê de rayedarekî got çalakvan bi keviran hatine û hemû cam şikandin û dirûşmên dijî rejîmê gotin.