NY: Li Behra Spî di 7 mehan de zêdetirî 1500 koçber mirin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku di 7 mehên îsal de zêdetirî 1500 koçberên ku dixwestin bi ser Behra Spî re derbasî Ewropa bibin jiyana xwe ji dest dane.

UNHCR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di meha Hezîran û Tîrmehê de zêdetirî 850 koçber di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane. UNHCR’ê ragihand ku tevî hejmara kêm ya penaberên ku xwe gihandine peravên Ewropa jî hejmara mirinan gelek zêde bûye.

Ji serê salê ve nêzî 60 hezar koçber Behra Spî derbas kirin. Li gorî sala borî sedî 50 kêmbûnek heye.

Erkdarê taybet yê Behra Spî yê UNHCR’ê Vîncent Cochetel banga girtina tedbîran li berpirsên dewletan kir.

Piştî ku Îtalyayê peravên keştiyên koçberan girt û şûnde Îspanya cara destpêkê di mijara koçberan de Îtalya derbas kir. Ji meha Çile ve heta niha bi rêya behrê zêdetirî 23 hezar û 500 koçber xwegihandin Îspanyayê. Ev hejmar ji sala borî hemûyê zêdetire.