Li gorî daxuyaniya ji aliyê Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) vê hate dayîn, biryara şandina astronotan bi ‘pêdiviyên Amerîkayê’ hate bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji sala 2001’ê ve astornotên Îstasyona Fezaya Navnetewî (ISS) ji aliyê moşekên Rûs ve tên şandin û hate diyarkirin ku di sala 2014’an de şîrketên bi navê Boeîng û Spacex ji bo sîstemên moşekên nû hatiye erkdarkirin.
Di daxuyaniya NASA’yê de hate gotin ku keştiyên fezayê ku ji aliyê SpaceX û Boeîng ve hatine amadekirin wê di sala 2019’an de 9 astronotan bibe fezayê.
Keştiyên fezayê Crew Dragon a girêdayî şîrketa SpaceX û CST-100 ya girêdayî Boeîngê dikare 7 kesan rake. Lê ji aliyê NASA ve ji bo her keştiyekê 4 astronot hatine hilbijartin û tê plankirin di firandina cara destpêkê de erkdareke yê şîrketa Boeîngê beşdarî tîmê bê kirin.
Beriya niha ji aliyê SpaceX ve di daxuyaniyekê de hatibû ragihand ku di meha Mijdarê de wê firandineke bê rêwî pêk were.