QSD: Sînorê Iraq-Sûriyeyê hate kontrolkirin-NÛ BÛ

Şervanên QSD`ê  bejahiya Dêra Zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, her wiha  ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û ıraqê de pêk anîn.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşveçûna şervanan didome. Hate ragihandin ku QSD’ê tevahiya bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku ji sê aliyan ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin, şervanan temamê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê de pêk anîn. Bi vê yekê tevahiya Dêrazorê û sînorê Sûriye – Iraqê ji çeteyan hate rizgarkirin. 

Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê di 4`ê Hezîranê de bi serkêşiya QSD`ê ji bo rizgarkirina gundewarên bajarê Dêrazorê û Hesekê careke din dest pê kir. 

Di vê çarçoveyê de, yek ji fermandarên QSD`ê Bakoz Hesekê got wan bajaroka El-Deşîşa û tevahî sînorê Sûriye – Iraqê rizgar kirine, heta ku gihan bajarokê El-Baxûz û niha jî temamê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.

 Bakoz di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan bi sedan çeteyên DAIŞ`ê kuştine û hemû cebilxaneya wan bi dest xistine. Bakoz got şervanên QSD`ê bi rizgarkirina Dêrazorê pir kêfxweş in û moralên wan pir bilind in.

 Bakoz tekez kir ku ew ê heta dawiyê û li ku derê dibe bila bibe wê şerê terorîstan bikin.  Hemleya rizgarkirina Dêrazorê ji sê aliyan ve dest pê kiribû.  Bi vê yekê şervanên QSD`ê  120 km2 bejahiya  Dêrazorê rizgar kirin. 

Piştî ku Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, bi dehan malbatên bajarokê El-Sûs, Hecîn û El-Şefe ber bi herêmên rizgarkirî ve hatin. Her wiha şervanan ew bi kêfxweşî pêşwazî kirin û av û xwarin da wan.