Leşker li Colemêrgê daristanan dişewitîne

Şewata di encama topbaran artêşa Tirk a li Colemêrgê derketî hê jî didome. Rêveberên ku mudaxeleyî agir nakin, hewldana gel a bi derfetên xwe ku dixwazin agir vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ‘ewlkariyê’ tê astengkirin.

Topbarana leşkerên artêşa Tirk a li Meskan a li bejahiya Marunis a girêdayî Colemêrgê bû sedem ku agir bigre daristanê. Qada bi sedan hektar ev 3 roj in bê navber dişewite. Heta niha ti mudaxele ji bo vemirandina agir pêk nehatiye, her wiha rê nayê dayîn ku welatî jî agir vemirînin.

Agirê ku bi rojan e didome bi sedan hektar kir xwelî. Li herêma ku dişewite bi sedan cûreyên zindiyan hene.

Welatiyên herêmê tevî hemû hewldanan ti encam bi dest nexistin. Welatiyên herêmê ji bo hê zêdetir neşewite banga hestyariyê kirin.