HDP: Li hemberî gotinên Erdogan em bi paş ve gavan neavêjin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî nerazîbûneke tund nîşanî gefên Erdogan ên li dijî HDP’ê dan.

Li ser navê Bûldan û Temellî daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Erdogan bi gotinên xwe yên ‘Kesên ku ku piştgirî dane HDP’ê û bûne sedem ku HDP têkeve parlementoyê ew ê hesab bidin’ gefê li hilbijêrên HDP’ê dixwe.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ev gotin û gefên Erdogan nayê qebûlkirin. HDP’ê 6 milyon deng stendiye û tevî malbatên xwe ev hejmar dibe 20 milyon. Tu eleqeya van gotinan bi çanda siyasetê ya demokratîk tune.

Kesên ku hewl didin bi hikumdariya tirsê welat bi rê ve bibin, divê bizanibin ku li ser rêyeke şaş in.

HDP bi 67 parlementeran ketiye parlementoyê û nehiştiye ku koalîsyona AKP-MHP’ê Destûra Bingehîn li gorî xwe biguherînin. Encamên hilbijartinê daye diyarkirin ku HDP li gelek bajar û navçeyan dikare şaredariyan bi dest bixe û dikare desthilatdariyê têk bibe.

Ji bo ku têkçûna aboriyê veşêrin û fen û fûtên di polîtîkaya derve veşêrin, berê xwe didin HDP’ê. Ew ê gelê me van lîstikan pûç bike.

HDP û hilbijêrên xwe li dijî gef û provokasyonan ew ê têkoşîna demokrasî û aştiyê bidomîne.”