DYA vê carê pêkirinên bazirganî wê li Tirkiyê bike!

DYA ya ku firotina balfirên F-35’an a ji bo Tirkiyê qedexe kirî û biryara pêkirinê li ser du wezîrên Tirk dayî, vê carê anî rojevê ku bêrîbûna ji bacê ya ser berhema Tirk a bi 1.66 milyar dolarî rake.

Rageşiya di navbeyna Tirkiyê û DYA’yê de radibe. Li ber çav ji ber ku Tirkiyê keşeyê Amerîkî Andrew Brunsun bernade û ji ber pergala parastina hewayî ya S-400’î ya Rûsyayê ev rageşî di navbeyna DYA’yê û Tirkiyê de heye.

Nûnerê bazirganiyê yê Serokê DYA’yê Donald Trûmp Robert Lîgthîzer, daxuyanî da ku wê hêsanîkirina gumrikê ya li ser hin berhemên ku ji Tirkiyê tên, ji nû ve binixînin.

Berdevk got li ser berhemên Tirk ku bi qismekî bê gumrukê dikevin bazara Amerîkayê ji nû ve binirxînin û got ti têkiliya Vê bi girtina keşeyê Amerîkî Brûnson re nîn e.

Berdevk got weke bersivekê li hikûmeta Tirk a ji bo bacên ‘’Hikûmeta Tirk ku bi rengekî ‘neheq û neqanûnî’ daniye ser berhemên Amerîkayê’  wê lihevkirina li krîtîterên bernameya GSP’ê (tarîfeya bacê ya bê gumrik) ji nû ve were nirxandin.’’

Berdevkê Amerîkî got berhemên Tirk ku bi çarçoweya GSP’ê wê werin nirxandin bi qeberaya 660 milyon dolarî ye, ev berhemên otomobil, zînetê, metalên nirxdar ên îthal vedihewîne.

Rêveberiya  Trûmp destpêka Adarê biryar standibû ku 10 ji 100’î bacê bîne ser alîmînyum, 25 ji 100’î bîne ser polaya ku îthalî Amerîkayê têne kirin. Ev gav Tirkiye jî di nav de ji hêla gelek welatan ve hate rexnekirin û tevdîrên bersivdanê dest pê kiribûn.