Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîlayên HPG'ê rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Ebex û Bazîd kontrol kirin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9  leşker hatine kuştin.

Ketin û derketina li 30 herêman hate qedexekirin

Li herêma Greektown a bajarê Toronto yê Kanadayê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîşeke çekdarî hate kirin. Tê gotin ku du êrîşkarên çek di destê wan de hene ketine hundirê avahiya Walîtiyê.

Ji ber erdheja li Rojhilat nêzî 300 kes birîndar bûn

YRK'ê nasnameya 4 gerîlayên 11 û 14'ê Tîrmehê li herêmên Merîwan û Şahoyê şehîd bûn eşkere kir.

Li Efrînê serçeteyê Feyleq El-Şamê hate kuştin

Li gundê Bab Leymûn ê Şehbayê di dema kombûna dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de teqînek çêbû. Li pêşiya Meclîsa Exterîn a ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû avakirin jî teqînek din çêbû.