HPG'ê rêya navneteweyî kontrol kir

Gerîlayên HPG'ê rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Ebex û Bazîd kontrol kirin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9  leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Agiriyê daxuyanî da. HPG'ê diyar kir ku rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê kontrol kirine û rê li trafîkê girtine. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9  leşker hatine kuştin.

HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî da:

'WESAYÎTÊN JI DIJMIN RE KAR DIKIRIN HATIN ŞEWITANDIN'

"Li Eyaleta Serhedê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de roja 21'ê Tîrmehê seat 09'an rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazid a Agiriyê kontrol kirin. Di vê çalakiyê de gelek wesayît hatin rawestandin û li ser pêvajoyê hêzên me gel agahdar kirin. Di heman demê de 6 TIR'ên kesên ku bi dijmin re kar dikin ji aliyê hêzên ve hatin şewitandin û 4 TIR bi temamî hatin rûxandin. Demek dirêj artêşa TC a dagirker nekarî mudaxleyî cihê bûyerê bike û rêya navneteweyî li trafîkê hate girtin.

WESAYÎTA JI BO MUDAXELEYÊ HAT BÛ HEDEF, 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Wesayîtên zirxî yên ji bo mudaxeleyê hatin cihê bûyerê bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de der bli wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî hate xxistin û 2 leşker hatin kuştin. Çeka giran a A4 ku li ser wesayîtê bû hate rûxandin.

Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker derdora seat 12' bi obus û hawanan herêm bombebaran kir û bi desteka balafirên keşfê li herêmê dest bi operasyonê kir. Hêzên me saet 18:30'î wesayîteke zirxî xistin bin kontrola xwe û çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Operasyona li herêmê hê jî didome.

LI COLEMÊRGÊ 2 ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 21'ê Tîrmehê saet 20'an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li ser girê Deriyê Xîz ê herêma Deriyê Cafer a navçeya Gever a Colemêrgê bû çalakiyek li dar xistin. Bi awayekî serketî li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 2 çeper û konekî dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI ZAP Û COLEMÊRGÊ BARANDIN

Balafirên şer ê artêşa TC a dagirker roja 22'ê Tîrmehê saet 10'an herêma Şehîd Rustem a herêma Zap a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 13'an jî herêma Stûna ya navçeya Gever a Colemêrgê bombebaran kirin."