Avahiya Walîtiya Hewlêrê bû hedefa êrîşê -NÛ BÛ

Li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîşeke çekdarî hate kirin. Tê gotin ku du êrîşkarên çek di destê wan de hene ketine hundirê avahiya Walîtiyê.

Danê vê sibehê li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîşeke çekdarî hate kirin. Rayedarên Walîtiyê diyar kirin ku du êrîşkar ketine hundirê avahiyê. Li gorî agahiyên dest pê kir polîsek birîndar bûye.

Hate ragihandin ku her du êrîşkar li qatê 3'an ê avahiya Walîtiyê ne û hêzên ewlekariyê jî ketine qatên yekemîn û duyemîn.

Car carna dengê çekan ji avahiya Walîtiyê tê. Lê belê agahiyeke zelal ji hundir nayê girtin.

Êrîşkar hîn jî li hundirê avahiya Walîtiyê ne.