YRK'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

YRK'ê nasnameya 4 gerîlayên 11 û 14'ê Tîrmehê li herêmên Merîwan û Şahoyê şehîd bûn eşkere kir.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê ( YRK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 4 gerîlayên ji ber êrîşên hêzên rejîma Îranê şehîd bûn eşkere kir.

YRK'ê diyar kir ku roja 11'ê Tîrmehê li herêma Merîwanê gerîlayekî wan ji ber kemîna hêzên rejîma Îranê şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê, 14'ê Tîrmehê li herêma Şaho ya ser bi navçeya Paweyê 3 gerîla ji ber serdegirtineke hêzên rejîma Îranê şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, piştî eşkerebûna projeya çareseriyê ya KODAR û PJAK'ê êrîşên rejîmê yên li dijî gerîla zêde bûne.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd hate xwestin û hate gotin ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdan têbikoşin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rizgar Leylax
Nav û paşnav: Xesrew Seyîdî
Cihê jidayikbûnê: Dêhgulan
dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018 / Merîwan

Nasnav: Argeş Sine
Nav û paşnav: Mihemed Peyam Elîzade
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018 / Şaho

Nasnav: Nûman Farqîn
Nav û paşnav: Mehmet Şen
Cihê jidayikbûnê: Farqîn- Amed
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018 / Şaho

Nasnav: Mûnzûr Helgurd
Nav û paşnav: Yavûz Çakmak
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018 / Şaho