Nûçeya ANF’ê ya ‘MÎT’ê: AKP ket panîkê, di medyayê de jî otosansur pêk hat

Piştî ku dîmenên girtin û lêpirsîna endamên MÎT’ê yên ku ji aliyê PKK’ê hatibûn girtin di ANF’ê de hatin weşandin, medyaya AKP’ê û ya girêdayî wê ketin nav panîkê. Hin çapemeniyên ‘mûxalîf’ jî hêmanên objektîf ên nûçeyê binpêkirin.

Li Dûkana bi ser Silêmaniyê de di 4’ê Tebaxa 2017’an de rêveberên MÎT’ê yên bi navê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel ji aliyê Hêzên Taybet ên HPG’ê ve hatibûn girtin. Dîmenên vê girtinê duh di ajansa me de hatibûn weşandin.

Me îro jî axaftina ev herdu rêveberên MÎT’ê belav kir. Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel di qeyda bi dîmen de nav û peywira xwe eşkere dikin û diyar dikin ku ‘Ew ji aliyê PKK’ê ve hatine girtin û li cihekî ku ew nizanin di girtîgehekê de ne.’ Pekçetîn û Guner diyar dikin, piştî ku ew hatine girtin tu zextên dermirovahiyê li wan nehatiye kirin.

ÊRÎŞÊN LI SER RÛPEL Û MEDYAYA CIVAKÎ

Piştî ku me dîmenên girtina endamên MÎT’ê belav kir ji Enqereyê êrîşên sîber li 6 malperên me yên bi zimanên cihê weşanê dikin û mekanîzmaya xebatê hate kirin. Dewleta Tirk kete panîkê û ji bo ku rê li ber malper û hesabên me yên medyaya civakî bigirin, her tişt kirin. Ji ber ku di dîmenan de tê dîtin ku, endamên MÎT’ê yên ku çûne nêçîrê, ew bi xwe bûne nêçîr.

ASTENGIYA LI HEMBERÎ YÊN KU NÛÇE BEREVAJÎ NEKIRIN

Hikumeta AKP’ê êrîşên malperan kir ên ku nûçeyên heyî bêyî ku berevajî  bikin, bi awayê rast weşandin. Saziya Teknolojiya Agahî û Ragihandinê (BTK) malpera Sendika.Org’ê kir hedef. Herdu nûçeyên Sendika.ORG’ê ji aliyê Saziya Teknolojiya Agahî û Ragihandinê (BTK) hatin astengkirin.

PERFORMANSA ÇAPEMENIYA TIRK Û MALPERÊN ‘MÛXALÎF’

Çapemeniya Tirk ji serî ve girtina endamên MÎT’ê yên bi  destê PKK’ê nedîtin. Çapemeniya Tirk a ku rastiyan berevajî dike, ligel dîmenên ku hatin belavkirin, di warê rojnamegeriyê de îxaneta xwe domand, tirsa xwe neşikand û serî li otosansurê da.

Mixabin awayê hin malperên ‘mûxalîf’ ên ku ev nûçe pêşkêş kirin ku, tê wateya tirsa heyî.  Wan malperan ji girtina endamên rêveberên MÎT’ê gotin ‘revandin’ û ji PKK’yan jî gotin ‘kesên çekdar’ û diyar kirin ku ji xeynî rojnamegerî û mûxalefetê xizmeta tiştekî din dikin. Ligel ku endamên MÎT’ê dibêjin ‘em hatine girtin’ û ‘di destê PKK’ê de ne’ jî wan ev hêmanên objektîf bin pê kirin û bi awayê sûbjektîk nêzî meseleyê bûn.

Lê wekî ku pêşiyên Kurdan gotine, ‘Giha di bin keviran de namîne.’