‘Nûçegîhanên binçavkirî berdin’
Xwendevanên Fakulteya Ragihandinê ya Mêrsînê, xwestin ku nûçegîhanên binçavkirî yên Evrenselê bên berdan.
Xwendevanên Fakulteya Ragihandinê ya Mêrsînê, xwestin ku nûçegîhanên binçavkirî yên Evrenselê bên berdan.
Nûçegîhanên rojnameya Evrenselê Cemîl Ûgûr û Halîl Îbrahîm Polat ên dema li Mêrsînê nûçe dişopandin hatin binçavkirin, hê jî nehatine berdan.
Xwendevanên Fakulteya Ragihandinê ya Mêrsînê jî ji bo nûçegîhanên Evrenselê yên 15 roj in binçavkirî ne, daxuyaniyek nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de li dijî tehdîdên li ser nûçegîhanên binçavkirî, nerazîbûn hate nîşandan.
‘MEDYAYA ALÎGIR NIFŞÊN WÊ SÎSTEMÊ BIHEJÎNIN MEZIN DIKE!’
Di daxuyaniya xwendevanan de wiha hate gotin; “Ji bo rojnamegertiyê, ji bo gel niha li fakulteyên ragihandinê nifşek mezin dibe ku wê bingehên medyaya alîgir bihejîne.”
Her wiha hate xwestin ku Ûgûr û Polat bêne berdan.