Nûçegihanê Dîhaber û rêveberên HDP'yî hatin binçavkirin
Li Enqereyê 8 kes hatin binçavkirin, ku nûçegihanê Dîhaberê Denîz Nazlim jî di nav de ye.
Li Enqereyê 8 kes hatin binçavkirin, ku nûçegihanê Dîhaberê Denîz Nazlim jî di nav de ye.
Tevî nûçegihanê Dîhaberê Denîz Nazlim, Dîlan Çetîn, Erkan Kara, Îrfan geçer, Yelîz Yildirim, Yildiz Bahçecî, Laleş Ekrem, Engîn Çevîk û Mucahît Kaplan ku rêveberên HDP'yî ne, hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk ku li mala Nazlim lê bû lêgerîn kirin, dest danîn ser malzemeyên teknîkê yên li malê. Polîsan îdîa kir ku der heqê Nazlim de biryara binçavkirinê heye û di kaxiza li ser sedema binçavkirinê de wiha hatibû nivîsandin: "Deşîfrekirina çalakiyên li metropolan ên rêxistina terorê."