Nûçegihana DÎHA'yê Yildiztan hat binçavkirin

Nûçegihana DÎHA'yê Yildiztan hat binçavkirin

Nûçegihana stajyer a DÎHA'yê Bêrîtan Yildiztan a li Colemêrgê nûçe dişopand hat binçavkirin.

Nûçegihana stajyer a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Bêrîtan Yildiztan, ku bûyerên piştî meşa ji bo Rojhat Ozdel ê li Geverê hat qetilkirin dişopand, hat binçavkirin. Polîsên ku Yildiztan li Kolana Barişê kirin binçavan, ew birin emniyetê.

Xebatkarên çapemeniyê yên li dijî vê binçavkirinê derketin, li gefa polîsan a bi çekê rast hatin.