Nûçegihan Alayûmat: Ji ber zextan girtiyekî întixar kir

Nûçegîhanê ajansa dîhaberê ya hate girtin, Erdogan Alayûmat diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê êşkence, kiryarên xirab û zext dewam dikin û xwest heyetek li girtîgehê lêkolînan bike. Alayûmat got, girtiyekî edlî ji ber zextan întixar kiriye.

Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê di demên dawî de ji ber pêkanînên xirab û êşkenceyê ji rojevê nakeve. Malbatên bi wesîleya cejnê çûn serdana girtiyan dan zanîn, ku zextên li girtîgehê dewam dikin. 

Nûçegîhanê ajansa nûçeyan a dîhaberê, ku bi biryarnameyê hate girtin Erdogan Alayûmat, ku bi xwe jî girtî ye, duh bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Xweşika Alayûmat Sumeyye Alayûmat diyar kir ku birayê wê ragihandiye ku li girtîgehê zext, êşkence û kiryarên xirab dewam dikin û divê heyetek biçe li girtîgehê lêkolînan bike.

Alayûmat destnîşan kir, kekê wê roja 14'ê Tîrmehê dema li Dîlokê nûçe dişopand, bi hinceta "gumanbar e" hate girtin û eşkere kir ku ji roja girtinê heta niha şîdet li kekê wê û girtiyên din tê kirin.

Alayûmat da zanîn ku kekê wê piştrast kiriye êşkenceya li girtîgehê her roj zêde dibe û ev tişt got: "Gardiyan dema dikevin hundur, dixwazin li ser piyan hejmarê bidin. Girtiyên ku vê qebûl nakin, li wan tê xistin û li hucreyan tên bicihkirin. Wekî din xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Serkan Erdogan bi hinceta ku li ber gardiyanan rabûye, ew avêtine odeya sungerî."

'GIRTIYEKÎ ÎNTIXAR KIR'

Alayûmat got, kekê wê ragihandiye ku heta niha 13 girtî avêtine hucreyan û demek dirêj e ji van girtiyan agahî nayê girtin. Alayûmat got, "Kekê min diyar kir ku êşkence ne tenê li girtiyên siyasî tê kirin, her wiha li girtiyên edlî jî tê kirin. Di dema dawî de girtiyekî edlî întixar kiriye. Ev tundî û êşkence nayên bihîstin. Girtî dixwazin heyeteke serbixwe biçe girtîgehê û lêkolînan bike."