Norwêcî li ser sindoqan e

Norwêcî li ser sindoqan e

Gelê Norwêcê, ji bo endamên Parlamenta ji 169 kursiyan hilbijêre, li ser sindoqan e. 3,5 milyon hilbijêrên ku nîvê wan ji ciwanan pêk tê, dê îro deshilatdariyê hilbijêrin. Di hilbijartinan de du namzetên Kurd ên parlamenteriyê hene.

Lêpirsînên beriya hilbijartinê nîşan didin ku partiya mûxalefetê ya rastgirt (Høyre) hevrikê herî xurt ê Partiya Karker (AP) a li deshilatdariyê ye. Li gorî lêpirsînên dawî yên li nava civakê, Partiya Karker û Høyre di asta hev de ne. Biryara dawiyê jî dê ji aliyê "dudilan" a ji sedî 30 hilbijêran e, were dayîn.

Ji 3,5 milyon hilbijêran 500 hezar ji wan, heta dawiya hefteyê biryar nedabûn ku dengê xwe bidin kîjan partiyê.

Karê bloka çep a ev du serdem in li deshilatdariyê ye, ji aliyê Norwêciyan ve kêm nayê dîtin.

DU NAMZETÊN KURD LI BER XWE DIDIN

Li Norwêcê yekemcar Kurdek derfetê dibîne ku beşdarî Parlamenta Norwêcê. Hilbijêrên Kurd piştgiriyê didin Seher Aydar. Aydar a Kurda ji Konyayê ye, di Partiya Sor de di rêza duyemîn de cih digire. Siyasetmedara ciwan a 25 salî Aydar, rewşa li Kurdistanê jî ji nêz ve dişopîne.

Tê gotin, bi hilbijartina Aydar re hêviya Kurdan wê zêdetir bibe û bi vê yekê re dê di hilbijartinên pêş de derfet derkevin holê ku zêdetir Kurd têkevin parlamentê.

MANÎ HUSEYNÎ Ê JI ROJAVA JÎ NAMZETÊ PARTIYA KARKER E

Manî Huseyîn ê ji Rojavayê Kurdistanê jî namzetê Partiya Karker e. Manî Huseynî siyasetmedarekî ciwan ê 25 salî ye. Nêzî 13 sal berê bi malbata xwe re ji Rojava koçî Norwêcê kir. Huseynî piştî ku ji Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Osloyê mezûn bû, bi awayekî aktîf tev li siyasetê bû û diyar dike ku eger ew bê hilbijartin, ewê bala siyasetmedar û raya giştî ya Norwêcê bikşîne ser Rojava.

Huseynî ji herêma Akershus a Osloyê di rêza 8. de ji Partiya Karker namzet e û tê payîn bê hilbijartin. Partiya Karker di hilbijartinên dawî de ji heman herêmê 7 parlamenter derxistibû. Eger dengên partiyê bilind bibin, dê Huseynî yê Rojavayî biçe parlamentê.