Nobeta Wîcdan û Edaletê bi ser ket: HDP bi Serokê DQB'ê re hevdîtin kir

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê bi ser ket. Heyeta HDP'ê bi Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn (DQB)  Zuhtu Aslan re hevdîtin kir.

Parlamenterên HDP'ê bi daxwaza ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (DQB) der barê hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî de biryara berdanê bide, li pêş avahiya Dadgehê "Nobeta Wîcdan û Edaletê" dan destpêkirin. Heyetê piştî çalakiya rûniştinê pêk anî, Serokê DQB'ê Zuhtu Aslan daxwaza heyeta HDP'ê qebûl kir. Heyeta ku ji Berdevkê Partiya HDP'ê Osman Baydemir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan pêk dihat, li ber avahiya DQB'ê daxuyanî dan, xwestin bi Serokê DQB'ê re hevdîtin bikin.

Heyeta HDP'ê bi armanca Dadgeha Qanûna Bingehîn hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî serbest berde, li pêş avahiya Dadgehê dest bi "Nobeta Wîcdan û Edaletê" kirin. Heyetê piştî çalakiya rûniştinê, Serokê DQB'ê Zuhtu Aslan, daxwaza heyeta HDP'ê qebûl kir. HDP, bi mehan e ji bo ku DQB der barê hevserok û wekîlên wan ên girtî de wekî biryara der barê Parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay de daye bide serlêdan dike, lê heta niha serlêdanên wan bê encam mabû.

Heyeta HDP'ê DQB'ê îro piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan bi Serokê DQB'ê Zuhtu Aslan re hevdîtin kir. Ziyareta HDP'ê ya bi Serokê DQB'ê Zuhtu Aslan re didome. Li bendê ye piştî heyetê hevdîtin kir têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyê bide.