Nobedarên vê hefteyê, Kurdistaniyên ji Marsîlyayê ne

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdistaniyên ji Marsîlyayê ve tê birêvebirin.

Nobedarên hefteya 264. a çalakiyê, Azad Şirnexî, Fethî Korukçu û Hebîb Sevînç in, ku ji bajarê Marsîlya yê Fransayê hatine.

'YA HERÎ GIRÎNG AZADIYA OCALAN E'

Berdevkê komê Azad Şirnexî li ser çalakiyê axivî û diyar kir, ku ew hemû Kurdistaniyên heta roja îro tevlî çalakiya nobedê bûne silav dikin.

Şirnexî da zanîn, ku di serî de li Ewropayê divê hemû çalakiyên li welêt û derveyî welêt ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên kirin û di vî warî de bang kir.

'DIXWAZIN ME HÎNÎ JIYANEKE BÊYÎ OCALAN BIKIN'

Hebîb Şirnexî destnîşan kir, ku dijminên gelê Kurd dixwazin Kurdan hînî jiyaneke bêyî Ocalan bikin û got, Kurd wê li hemberî vê yekê dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" berz bikin.

Şirnexî da zanîn, ku bi rêya çalakiyan divê ew zextê li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bikin ku tecrîda li ser Ocalan lêkolîn bike û got, ev yek ji bo wan gelekî girîng e. Şirnexî diyar kir, lazim e ew peyama "Jiyaneke bêyî Ocalan em ti carî qebûl nakin" bidin hemû dewletên Ewropayê û cîhanê.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku duh kete hefteya xwe ya 264'an, çalakiya herî demdirêj a bênavber a Kurdan e ku heta niha kiriye. Li qada ku çalakî lê tê lidarxistin, avhaiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê heye.