Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Kolnê ne

'Nobeda Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê tê girtin, di hefteya 270. de bi komeke nû dewam dike.

Nobeda ku hefteya derbasbûyî ji aliyê gelek kesên ji bajarên Freîbûrg û Kehl ên Elmanyayê ve bi rengekî dorveger hate girtin, vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Yadê Samya, Fatma Zûgûrlû, Ehmed Behrî û Selîm Helexî yên ji bajarê Kolnê ve dewr hate girtin.

GELÊ KURD WÊ BI TUNDÎ BERSIVÊ BIDE ÊRÎŞÊN LI DIJÎ OCALAN

Yadê Samya bi navê komê axivî û hişyarî da Erdogan. Yadê Samya destnîşan kir, ku di êrîşeke gengaz a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ew ê bi tundî bersivê bidin. Yadê Samya bal kişand ser dilsoziya gelê Kurd bi Ocalan re û rexne li dewletên berpirsyar girt, ku daxwazên gelê Kurd ji nedîtî ve tên.

'DIVÊ ERDOGAN JÎ HESABÊ ZILMA XWE BIDE'

Yadê Samya xwest, her kes li ber gefên Erdogan û AKP'ê yên dagirkirina Rojava rabin û destnîşan kir, ku Erdogan 'dostê herî mezin û lîderê DAIŞ'ê' ye.

Yadê Samya destnîşan kir, ku Erdogan kujerê Kurdan e û bi bîr xist, ji Fîrewn heta Hîtler û Seddam, zilm ji kesî re nemaye. Yadê Samya got, divê Erdogan hesabê komkujiyên ku kiriye bide.

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kiribû. Nobed hefteyê heft rojan tê girtin û heta niha 1500 kes tevlî bûne.